Kerta weberhênanê tê vejandin û yasaya wê jî tê hemwarkirin

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bo karûbarên weberhênanê Rêbaz Hemlan, aşkere kir piştî wergirtina pêşniyazên şarezayan dest bi  kerta weberhênanê tê wejandin û wê yasaya weberhênanê jî wê wê bê hemwarkirin.

Rêbaz Hemlan îro roja şemiyê 19.09.2020an ji BasNewsê re axivî û behsa projeyên weberhênanê li Kurdistanê kir. Rêbaz Hemlan aşkere kir ji ber nexweşiya Koronayê weberhênerên biyanî ji Herêma Kurdistanê û dest bi kar kirine.

Herwiha Rêbaz Hemlan behsa hemwarkirina yasaya weberhênanê kir û da zanîn hemû aliyên siyasî bîr û boçûnên xwe ji encûmena bala ya weberhênanê re anîne ziman û desteya weberhênanê, bo hemû alî beşdar bin wê pêşniyaz yasayê pêşkêşî parlementoya Herêma Kurdistanê bike.

Herwiha Rêbaz Hemlan amaje bi wê yekê jî kir gelek qeyranên weke şerê DAIŞê, qeyrana sala 2014an û nexweşiya vîrusa Koronayê bûne sedem ku kerta weberhênanê lawaz bibe lêbelê wê ew hewl didin kerta weberhênanê vejînin.

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê