Kemal Kiliçdaroglu serdana Diyarbekirê dike

.

Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu 9-10ê Adarê dê li Diyarbekirê be.

Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu 9-10ê Adarê dê li Diyarbekirê be. Tê pêşbînîkirin ku Kiliçdaroglu li gel mexdûrên girtîgeha Diyarbekir a dema derbeya leşkerî û malbatên ber deriye HDPê di çalakiyê de ne, hevdîtinek pêk bîne.

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu serdana xwe ya Diyarbekir ya hatî taloqkirin dê 9-10ê Adarê de pêk bîne.

Ji bo hatina serokê CHPê li bajêr li ser bîlbordan wêneyên Kiliçdaroglu hatin danîn û hat nivîsîn “Di Bajarê Qedîm de Yekrêziya Qedîm”.

Kiliçdaroglu di axaftineke xwe de gotibû divê ew bi hemû aliyan re hevdû fihêl bikin û ev yek gelek hatibû nîqaşkirin.

Di vê çarçoveyê de jî tê pêşbînîkirin ku Kemal Kiliçdaroglu li gel mexdûrên ku di Girtîgeha Diyarbekir a di dema derbeya leşkeri ya 1980yê de êşkenceyên giran tê de hatibûn kirin hevdîtinek pêk bîne û herwiha serdana malbatên ku ber deriye Avahiya HDPê ya bajêr di çalakiya rûniştinê de ne, bike.

Kiliçdaroglu dê herwiha bi nûnerên saziyên sivîl re hevdîtinan pêk bîne û tevlî civînek a Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê DÎTAMê bibe û li vê derê jî derbarê çareseriya pirsa Kurd de nêrîn û rêbazên xwe parve bike.

Biryar bû ku Kiliçdaroglu di 27ê Rêbendanê de serdana Diyarbekir bike lê ji ber barîna berfê û girtina rêyan serdana xwe taloq kiribû.

K24

Siyaset Haberleri

Operasyonên li ser 17 şaredariyên CHPyê: 13 şaredar hatin girtin
Almanya difikire ku ji bo Ûkraynayê ji Amerîkayê sîstema Patriotan bikire
Rejîma Îranê di meha Hezîranê de 99 girtî bi dar ve kirin: 22 kes ji wan Kurd in
Gelek siyasetmedarên Iraqî tên tehdîdkirin
Şanda ENKSê ji bo mafên Kurdan bi berpirsên hikûmeta Sûriyê re civiya