Keç û jinên Êzîdî yên rizgarbûyî wê di hêzên asayîşa Şengalê de cîh bigrin

.

Li gor ragihandina KDP.info yê; parlementera parelementoya Kurdistanê Hediya Mûrad ragihandiye ku wezareta navxwe ya Herêma Kurdistanê biryarê daye ku keç û jinên Êzîdî yên ku ji destê DEAŞ ê rizgar bûne, wê di hêza nû ya parastinê ya Şengalê de cîh bigrin.

Li gor peymana Şengalê wê ji xelkê Şengalê 2.500 kes di hêza parastina Şengalê de cîh bigrin. Parlementer Hediya Mûrad bo KDP.info weha ragihandiye:

“ Ew hêza nû ya Şingalê dê 2.500 kesî be û dê keç û jinên Êzdî tê de beşdar bibin. Keç û jinên Êzdî yên ku ji destê DAIŞê rizgar bûne, dê di wê hêzê de beşdar bibin û dê karibin bergîriyê li axa xwe bikin.”

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?