Karwanekî leşkerî yê hêzên Amerîkayê gihîşt Zaxoyê

.

 Di çarçoveya vekişîna hêzên Amerîkayê ji Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê û valakirina bingehên leşkerî de, karwanekî nû yê leşkerên Amerîkî îro 24ê Sibatê bi çek û cebexaneyên xwe ve gihîşt sînorê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê.

Peyamnêrê Kurdistan24ê li Zaxoyê ragihand, karwanê hêzên Amerîkî ku ji axa Sûriyeyê derbasî Herêma Kurdistanê bû, ji bi dehan otomobîl û barhilgirên leşkerî pêk dihat. Ev vekişîn di demekê de ye ku duh qonaxa duyem a valakirina bingeha Qesrikê li nêzîkî Qamişloyê dest pê kiribû, ku yek ji mezintirîn bingehên Amerîkayê bû li herêmê.

Ajansa AFPê li ser zimanê sê çavkaniyên agahdar ragihand, hêzên Amerîkayê dê di kêmtirî mehekê de bi temamî ji xaka Sûriyeyê vekişin. Berê jî di 10ê vê mehê de, Amerîkayê bingeha Tinifê vala kiribû û radestî hêzên hikûmeta Sûriyeyê kiribû. Di 15ê mehê de jî bingeha Şedadî ya li parêzgeha Hesekê hatibû radestkirin.

Hêzên Amerîkayê ji sala 2015an ve di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bicih bûbûn. Li gorî amaran, zêdetirî 1,500 leşkerên Amerîkî li çendîn bingehên stratejîk ên Rojavayê Kurdistanê belav bûbûn, ku girîngtirînên wan ev in:

- Rimêlan: 500 leşker.

- Hîmo: 350 leşker.

- Şedadî: 350 leşker (navendeke sereke ya dron û helîkopteran).

- Dêrik: 150 leşker.

- Hesekê (Komelgeha Werzişê): 150 leşker (ji bo parastina zindana girtiyên DAIŞê).

- Sewamiê: 50 leşker (ji bo rahênana HSDê).

- Qesrik: Li ser rêya M4, xwedî hejmareke zêde ya leşkeran bû.

Tê çaverêkirin ku ev pêvajoya vekişînê di rojên pêş de hîn bileztir bibe û hemû bingehên mayî radestî aliyên pêwendîdar werin kirin, daku hebûna leşkerî ya Amerîkayê li axa Sûriyeyê bidawî bibe.

Siyaset Haberleri

Arşîva Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê hat dizîn: Dest bi lêpirsînê hat kirin
Belgenameyekî nepenî ya CIA’yê li ser rewşa kurdan di sala 1959’an de
Telika sala 1930 ya Tirkiyeya Kemalist: Soza xweseriyê ji bo jinavbirina tevgera kurd
Putin daxwaza hevdîtinê ya Zelensky red kir: ‘Şer hilbijart’
Serok Barzanî, Balyozê Tirkiyeyê qebûl kir