Karkerên demsalî di vegera malê de qeza kirin: 11 kes birîndar bûn

Karkerên demsalî di vegera malê de qeza kirin: 11 kes birîndar bûn

Karkerên çandiniyê yên demsalî, di vegera bajarê xwe Rihayê de, qeza kirin. Di qezayê de 2 jê zarok 11 kes birîndar bûn. 

Di navbera rêbejahiya Riha û Dîlokê de, mînîbûsa karkerên çandiniyê yên demsalî lê siwar bûn, li tirekê qulipî, 2 jê zarok 11 kes birîndar bûn. Di qezayê de ji heman malbatê Mehmet (6), Zehra (6), Sara (29), Ayşe (27), Ali, Fatma, Îbrahîm, Abit (60), Îsmaîl (32) û Rabia Yildiz (29) birîndar bûn. Ajokarê TIR’ê Vedat Atay jî di qezayê de birîndar bû. Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyer, birîndar rakirin nexweşxaneyên Rihayê.

DI VEGERA RÊ DE 

 Malbata Yildiz, ev 6 mehbûn li bajarên rojava weke karkerên çandiniyê yên demsalî dixebitin û di vegera malê de ev bûyer hat serê wan. 

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?