Karê hûnerî yê du jinan

Du jinên heval ên li Pûlûra navçeya Dêrsimê dijîn xîçan ji Çemê Mûnzûrê kom dikin bi teknîkên cuda boyax dikin û difroşin, herdu jin bi vî awayî alîkarîyê didin malbatên xwe.

Du jinên heval ên li Pûlûra navçeya Dêrsimê dijîn xîçan/kuçan ji Çemê Mûnzûrê kom dikin bi teknîkên cuda boyax dikin û difroşin, herdu jin bi vî awayî alîkarîyê didin malbatên xwe.

 

Dîlan Şanli (25) û Eser Tat (26) ên ku li Pûlûrê dijîn ji bo dema xwe derbas bikin xîç ji Çemê Mûnzûrê kom kirin û li ser wêne çêkirin.

Herdu jinan wêneyên berhemên ku wekî hobî çêdikirin li ser medyaya civakî parve kirin. Ji ber ku berhemên wan hatin ecibandin jî li Taxa Pulurê ji xwe ra atolye vekirin.

 

Herdu hevalan li ser xîçên ji Çemê Mûnzûrê kom dikin xalxalok, qîzela, guldexwîn, kûçik, pişîk û motîkên din xêz dikin û ji wan amûran çêdikin.

Herdu jin piraniya dema xwe li atolyeyê derbas dikin û amûrên bi kedeke mezin çêdikin jî li ser medyaya civakî difroşin. Dîlan û Eser ji bo siparîşan bigihînin çar aliyên Tirkiyeyê gelekî dixebitin.

 

 

 

Dîlan Şayliyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku beşa maliyeyê ya Fakulteya Zanistên Îdarî û Îqtisadî ya Zanîngeha Cumhuriyetê qedand.

Şayliyê got: "Min û hevala min a Eserê wekî hobî dest bi boyaxkirina keviran kir. Me paşê kevirên boyaxkirî li ser medyaya civakî weşandin û eleqeyeke mezin dîtin. Me jî got em dest pê bikin an keviran bifroşin."

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!