Jimara sêyem a Kovara Sînemaya Serbixwe derket

Jimara sêyem a Kovara Sînemaya Serbixwe wek dijîtal hate weşandin.

Sînemaya Serbixwe ku wek malper jî li ser nûçe û geşedanên sînemaya Kurdî, sînemaya cîhanî û sînemaya Tirkîyeyê radiweste û xwînerên xwe agahdar dike, piştî navberekê 7 mehan bi jimara xwe ya sêyem wek e-kovar derket pêşberî xwendevanên xwe.

Berîya niha du jimarên Sînemaya Serbixwe wek e-fanzîn hatibûn weşandin. Lê edîtorê Sînemaya Serbixwe Rûmet Med dide zanîn ku, êdî wê Sînemaya Serbixwe wek e-kovar û di salê da jî du caran bê weşandin.

Di vê jimara nû da, bi sê zaraveyên Kurdî (Kurmancî, Zazakî, Soranî) nivîs û gotar cih girtîye.

Beşekî ji nivîsa edîtoryayê;

“Piştî navberekê 7 mehan hejmara nû ya “Sînemaya Serbixwe” weke e-kovarê gihîşt ber destên xwendevanên xwe. Wekî ku tê zanîn 2 hejmarên me weke e-fanzîn derketin û ji vê hejmarê pê ve êdî Sînemaya Serbixwe dê weke e-kovarê û salê du caran derbikeve. Di rûpelên hejmara sêyem a Sînemaya Serbixwe’yê de, ji sê zaraveyên Kurmancî, Zazakî, Soranî yên Kurdî; nivîs û gotarên sînema, şano û rêzefîlmê ku ji alîyê Dilazad Art, Welat Ramînazad, Rûmet Med, Mela Mihyedîn, Arezû Sirajeddîn, Şafî Muhammed, Hawar Rehîmî, Omer Bextîyar ve hatine nivîsandin cih digirin. Her wiha di vê hejmarê de me hevpeyvîna ku bi edîtorê me re hatibû kirin jî weşandin.”

Ji bo jimara sêyem ya kovarê hûn dikarin li vir bitikînin;

http://sinemayaserbixwe.blogspot.com/2020/08/hejmara-seyem-sinemaya-serbixwe-derket.html

Navnîşanên Medyaya Civakî ya Sînemaya Serbixwe;

Twitter: SinemaSerbixwe

İnstagram: SinemayaSerbixwe

Facebook: SinemayaSerbixwe

 

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?