Ji zarokên Amedê bi çîrok û xêzkirinê ‘Mafên Zarokan’

Li Amedê 20 zarokên dezavantaj bi xêz û çîrokên xwe bi pirtûka “Mafên Zarokan” vegotin. Pirtûkê di refên pirtûkxaneyan de cihê xwe girt û dê di 20’ê cotmehê ji bo pirtûkê roja îmzeyan bê lidarxistin.

 

Navenda Nûçeyan- Li Amedê Weqfa Alîkarîya Mirovî û Koçberîyê (GIYAV) Kargeha Mafên Zarokan vekirîye û di bin banê kargehê de 20 zarokên dezavantaj bi xêz û vegotinên xwe pirtûka bi navê “Mafên Zarokan” derxistin. Pirtûk bi kurdî û tirkî hatîye amadekirin. Di pirtûkê de zarokan 10 wêne û 10 çîrok vegotine. Pirtûk li refên pirtûkxaneyan cihê xwe girt.  

 

Zarokan di pirtûkê de mafên zarokan wên wek perwerde, hîndekarî, parastin, lîstik, hezkirin, tenduristî û kêfkirin vegotine û dê zarok roja îmzeyan ji bo pirtûkê amde bikin. 

 

Roja îmzeyan di 20’ê cotmehê de li Mala Hunerê ya Laleşê dê bê lidarxistin û dê zarok pirtûkê ji xwîneran re îmze bikin. 

 

Ji reveberên projeyê Dîlan Ok da zanîn ku proje bi desteka “Ji Bo Beşdarîya Zarokan Mîkro-Fon” hatîye amadekirin û ji bo taybetmendîyên mafên zarokan derkevin pêş vê xebatê li gel zarok û malbatên wan birêve birine. 

 

BI KURDÎ Û TIRKÎ NIVÎSANDINE 

 

Ok anî ziman ku bi vegotina zarokan pirtûk li ser mafên zarokan hatîye amadekirin û got: “Berîya xebatê me zarokan amade kir. Em wek şahîyê axivîn. Dema zarokan bihîst ku wê bibe pirtûk kêfa wan hat û bi kelecan bûn. Di pirtûkê de bi wêneyan mafên cih digire. Pirtûk ji zimanê kurdî û tirkî pêk tê.” 

 

Ok banga beşdarîya roja îmzeyan a pirtûkê kir. 

 

ZAROK KÊFXWEŞ IN 

 

Suleyman Kiliç ê 13 salî ku di pirtûkê de çîrok nivîsandîye mafên zarokan yek bi yek jimart û bal kişand ser girîngîya mafên zarokan. Kiliç dîyar kir ku ji ber ew ê pirtûkê îmze bike gelek kelecanî ye û xwest her kes beşdarî roja îmzeyan bibe. 

 

Esma Donat jî di pirtûkê de dara mafên zarokan xêz kirîye û ji ber pirtûkê kêfxweşîya xwe anî ziman. 

Çavkanî: Ajansa Mezopotamya

 

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!