Ji Wezareta Pêşmerge bersiv bo Ebadî!

Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê bersiva serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder Ebadî da ku gotibû, bila hêzên Pêşmerge jî nemînin!


Wezareta Pêşmerge ya Kurdistanê bersiva serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder Ebadî da ku gotibû, bila hêzên Pêşmerge jî nemînin!


Çend roj berê serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî mehek mohlet dabû beşek ji Heşda Şeibî ku yan xwe hilweşînin yan jî xwe ji mudaxeleyê re amade bikin!


Piştî wê daxuyaniya Ebdulmehdî, serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder Ebadî pêşwazî li wê fermana Ebdulmehdî kiribû û gotibû, lê divê heman ferman bo hêzên Pêşmerge jî were dayîn!


Li ser vê mijarê, berpirsê dezgeha rewşenbîrî û hişyariya niştimanî ya Wezareta Pêşmerge, Babekir Feqê ji BasNewsê re got, hêzên Pêşmerge bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê hereket dikin, ji ber ku ew fermandeyê giştî yê hêzên çekdarên Kurdistanê ye. Ji ber wê jî serokwezîrê Iraqê nikare ti fermandekî bide Pêşmerge.


Babekir Feqê her wiha got, Pêşmerge hêzeka organîzekirî ye û mîna milîsên Heşda Şeibî nîne, ji ber wê jî Wezareta Pêşmerge nahêle ti kes destê xwe bixe nav karûbarên Pêşmerge.


Wî rayedarê Wezareta Pêşmerge anî ziman ku Pêşmerge beşek e ji sîstema berevaniyê ya Iraqê.


 

Kurdîstan Haberleri

Yekem Komxebata Weşangerên Kurd li Diyarbekirê tê sazkirin
Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)