Ji sibe şûn de yên testa wan a negatîf a korona nebe nikarin derbasî Bakur û Tirkiyê bibin

.

 Li ser biryara Hikûmeta Tirkiyê ya ji bo pêşîgirtina belavbûna koronayê, ji destpêka sala 2021ê ve welatiyên biyanî û yên Herêma Kurdistanê û Iraqê bêyî testa PCR a negatîf nikarin di deriyên sînoran û balafirxaneyan de derbasî Tirkiyê bibin.

Wezîrê Tendirustiyê yê Tirkiyê Fahrettin Koca ragihand ku ji 30ê Kanûna 2020an ve tevahiya kesên ku bi rêyên esmanî, bejayî û deryayî dixwazin derbasî nav axa Tirkiyê bibin, divê bi wan re encama negatîf a testa PCR a bo dema 72 demjimêran hebe.

Hat ragihandin ku biryar ji bo Herêma Kurdistanê jî derbas dibe û heta ew qedexe berdewam bike, wê karsaz, bazirgan û welatiyên biyanî û kurd ku testa wan a nagatîf ya koronayê nebe, nikaribin ji ser deriyê Îbrahîm Xelîl (Xebûr) derbasî bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bibin.

Hat diyarkirin ku kesên bixwazin derbas bibin, piştî kontrola pasportê belgeya testa PCR ji wan tê xwestin ku divê mohra fermî ya saziya ku test pêk aniye, li ser belgeyê hebe.

Kurdîstan Haberleri

Ji sirgûnê ber bi dikê ve: Çîroka Tara Mamedovayê
Li Kela Zerzewanê ahenga zanist û hunerî hat kirin
PWK SWÊDÊ PÊŞEWAZÎYA ÎSMAÎL  BEŞÎKÇÎ Û HEVALÊN WÎ KIR!
Festîvala Şanoyê ya Amedê: Ji çar aliyên Kurdistanê şanoger beşdar in
Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir