Ji Serok Barzanî û Mesrûr Barzanî peyamên serxweşiyê bo Pêşmergeyê dêrîn

.

Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, li ser wefata kesayetê naskirî yê niştîmanperwerê kurd û Pêşmergeyê şoreşên Îlon û Gulanê, Nesredîn Hewramî peyamên serxweşiyê belav kirin.

Peyama Serok Mesûd Barzanî wiha ye:

“Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya têkoşer û fermandeyê navdar û Pêşmergeyê her du şoreşên Eylûl û Gulanê, Nesredîn Hewramî gihîşt me. Xwedê jêrazî Nesredîn Hewramî gedeyeke bi wefa ya rêbaza Barzanî û Kurdayetî û niştimanperwerî û şoreşgereke jêhatî bû.

Pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî malbata niştimanperwerê Nesredîn Hewramî û tevahiya kesukar û nasên wan û hevalên wî dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim xwedê jêrazî bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
17.12.2020”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî di peyama xwe de got: “Mixabin nûçeya koça dawî ya Pêşmergeyê şoreşên Îlon û Gulanê û kesayeta diyar a niştiman perwer Nesredîn Hewramî min bîhîst. Serxweşiyê li malbata wî ya tekoşer dikim. Ji xwedayê mezin daxwaz dikim ruhê wî bi beheştê şad bike û aramiyê bide kesûkar û hevalên wî.”

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?