Ji Selîm Temo pirtûka zarokan

Nivîskar Selîm Temo, ji bo zarokan pirtûka çîrokan ya bi navê "Serê Şevê Çîrokek" amade kir.

Nivîskar Selîm Temo, jibo zarokan pirtûka çîrokan ya bi navê "Serê Şevê Çîrokek" amade kir.

Temo wiha behsa hizra amadekarina pirtûka xwe ya çîrokan dike:

"Zarokên Kurdan di nav rojê de, çi li kolênê, çi li dibistanê din serdestîya zimanê Tirkî dimînin. Tenê deemeke wan heye ku bikaribin xwe ji wê çerxa pişaftinê biparêzin ku ew jî dema ku ew diçin, radikevin. Gelo zarok berî ku rakevin, çîrokek bi Kurdî guhdarî bikin dê çawa be? Gelo dê dikaribin xewnên xwe bi Kurdî bibibînin?"

Temo bawer dike ku ser zimanê Kurdî xeter heye jiber ku Kurdî ji jîyana civakî vedikişe, loma jî hewil dide ku berhemên bi zimanê wan yê dayikê pêşkêşî zarokan bike.

Pirtûka "Serê Şevê Çîrokek" ji 366 çîrokan pêk tê û xencî çîrokên Kurdî, yên klasîkên cîhanê jî hene.

Helbest, destan û navdarên Kurd jî beşên cuda yên pirtûkê ne û ew berhem ji Weşanxaneya Dara çap bû.

Kurdîstan Haberleri

Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk: Em Amedsporê Pîroz Dikin
Milano’da Doğan 17 Yaşındaki Kürt Tasarımcıdan Uluslararası Mesaj: Melissa Nur Dikkat Çekiyor
Firat Cewerî pirtûka xwe ya nû li Stenbolê îmze kir
Rola mamosteyan di civakê de û bi taybetî civaka Îran û Rojhilatê Kurdistanê
Fîlma Kurdî-Japonî ‘Hemû Diaxivin’ li Festîvala Tokyoyê hat nîşandan