Ji Papa berî serdana Kurdistan û Iraqê peyama vegerandina koçberên xirîstiyan

.

Papayê Vatîkanê Francis, di peyameke vîdyoyî de daxwaz kir ku ji bo vegera xirîstyanên Iraq û Sûriyê ku ji ber şer û aloziyan koçber bûne rê bê xweşkirin.

Papa Francis di peyama xwe ya vîdyoyî ya ji bo 50 rêxistinên nehikûmî yên Katolîk re de got ku ew ji rewşa xirîstyanên li Iraq û Sûriyê bi fikar in bi sedema ku ji ber şer û tundûtîjiyê neçar bûne, ji navçeyên xwe derkevin û derberder bibin.

Papa diyar kir, ew dê meha Adara bê, serdana herêma Kurdistanê û Iraqê bike û pêwîst e, heta wê demê rê bo vegera xirîstyanan bê xweşkirin daku vegerin cih û warên xwe.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?