Ji 'Ne ne zalim be ne mezlûm' heta niha 150 hejmar

Kovara Nûbiharê sala 1992'yan bi sernavê "Ne zalim be ne mezlûm" hejmara xwe ya yekemîn derxwist. Û Nûbiharê hejmara xwe ya 150'yan wekî hejmara zivistanê derxist.

Navenda Nûçeyan - Kovara Nûbiharê bi hejmara xwe ya 150'yan kete 28 salîya xwe. Di vê hejmarê de  Nîhad Gultekîn ligel nivÎskar Receb Dildar hevpeyvîn kirîye. Dildar dibêje, "Ez bi xwendin û nivîsê li heyatê me"

Ji nivîskarên kovarê Rohat Alakom bi nivîsa "Du heyranên Selahaddîn Eyûbî: Dante û Boccaccio" nivîsek balkêş nivîsandîye. Mûrad Celalî bi sernavê "Fêrikê Ûsiv û Xebatên Wî", Abdullah Încekan jî nivîsa  "Li welatê rojê li xwe veger Başûrê dil" pêşkêş kirîye.

 

Her wiha Berken Bereh, Rojen Barnas, Konê Reş, Kinyazê Îbrahîm, Salihê Kevirbirî, Hêmîn Omar Ahmad, Shahîn Bekîrê Soreklî, Şemoyê Memê, Felat Dilgeş, Nesim Sonmez, Ahmet Seyarî, Mahmûdê Hesbêra, Abdulselam Akinci, Evdî Hesqera, Mehmet Rauf Çîçek, Talat Înanç, Bamed Serdar, Abdullah Can, Mele Mihemed Kêrsî, Dilazad A.R.T, Qedrî Sipranî, Mihemedê Xarpêtî, Mela Mihemed Gulnar, Evdilxaliqê Îsa, Milla Ehmedê Cizîrî, Sidîq Gorîcan, Furûx Ferroxzad, Hafizê Şîrazî, Heinrich Hein bi nivîsên xwe ked dane vê hejmarê.

Ji bo têkilî: 

Tel: 0212 519 00 09- 0505 259 84 02

Mail: nubihar@gmail.com

 

Kurdîstan Haberleri

Fîlma Kurdî-Japonî ‘Hemû Diaxivin’ li Festîvala Tokyoyê hat nîşandan
Kemal Tolan: Spas ji bo nêrîn û şîrovên van mamosteyan !
Lara Dizeyî bi koleksiyona xwe Kurdan dide nasîn: Keleha Hewlêrê û Alaya Kurdistanê
Mustafa Ozçelîk: 500 Hejmarên Rojnameya Agirî, Berhema Ked û Niştimanperweriyê ye
Çorê Arda: Rexneya Kurdî hîn kamil nebûye