Ji Mezlûm Ebdî daxuyaniya Yekrêziya Kurdî: Li ser pîvana niştîmanî...

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) radigihîne, partiyên Pêşverû û Yekîtî (El Wehde) ji diyaloga yekrêziya kurdî nehatine dûrxistin.

Demek e li ser destpêşxeriya Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî û bi serperiştiya Amerîka û piştevaniya Herêma Kurdistanê diyaloga yekrêziya kurdî di navbera Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) de birêve diçe. Partiya Demokrat a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê û Partiya Yekîtî ya Demokrat a Kurd li Sûriyê (EL Wehde) di wê diyalogê de ne beşdar in.

Di wê derbarê de Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî îro di tiwttekê de ragihand: “Insiyatîfa me ya Yekrêziya Kurdî li gorî pîvana xwe ya niştimanî berdewam e. Armanca me ev e ku gav bi gav hemû partiyan tevlî pêvajoya nû bikin.”

Mezlûm Ebdê tekez kir jî: “Partiyên wekî Pêşverû û Yekîtî (El-Wehdê) nehatine bidûrxistin. Agahiyên derbarê vê yekê de ne di cihê xwe de ne.”

Ev di demekê de ye, duhî Endamê Polîtburoya PDK-Sê Neşet Zaza ji K24ê re ragihand, qonaxa duyem a danûstandinan ber bi dawiyê ve diçe û lihevkirineke baş di pirsa Lêvegera Siyasî de heye.

Zaza aşkere kir jî, di demeke nêzîk de Nûnerê Amerîka yê Taybet bo Karûbarên Sûriyê James Jeffrey sardana Rojavayê Kurdistanê dike û Lêvegera Siyasî dê were ragihandin.

 

 

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!