Ji Mazlûm Kobanî peyama êrîşa ser PDKê û Ala Kurdistanê

Ji Mazlûm Kobanî peyama êrîşa ser PDKê û Ala Kurdistanê

Farmandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîj (HSD) Mazlûm Kobanî, li ser êrîşa Heşda Şeibî ya bi ser Liqa 5 a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ya li Bexdayê peyamek belav kir û nerazîbûna xwe nîşan da.

Farmandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Kobanî  derbarê bûyera duh Şemiyê 17ê Cotmeha 2020an a şewtandina Liqa 5 a PDKê ya li Bexdayê û Ala Kurdistanê de li ser hesabê xwe yê twîtterê bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşan da.

Mazlûm Kobanî  li ser hesabê xwe yê twitterê got: “Bi sed hezaran xortên gelê Kurd li Herêma Kurdistanê ji bo axa xwe ji terorê rizgerbikin, aramiyê avabikin û ala xwe bilind hildin şehîd bûne.”

Farmandarê Giştî yê HSDê herwiha tekez dike ku “Ji bo nîşandan û derbirîna nakokiyên siyasî Şewitandina al û sembol û baregehan, ne rê û şêwazêke şaristanî ye. Divê pîrozî û sembolên gelan bên parastin û ew kesên ku rêgezên bi hev re jiyanê binpêkirine bên cezakirin.

Hejmarek ji alîgirên Heşda Şeibî duh Şemî 17ê Cotmeha 2020, êrîşî avahiya Liqa 5 a PDK ya li Bexdayê kirin û şewitandin.

Di dîmenên vîdyoyî yên dema êrîşê de, tê dîtin ku alîgirên Heşda Şeibî, ji bilî şewitandina baregeha PDKê, Ala Kurdistanê jî dişewitînin û flamaya Heşda Şeibî li ser avahiyê bilind dikin.

 

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!