Ji Erdogan derbarê operasyona ser Rojava de daxuyaniyek nû

.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, îro di konferansekê de li ser mijara hegera operasyona leşkerî ya li dijî Rojava daxuyaniyek da. Erdogan di axaftinê xwe de wisa da xuyakirin ku dê operasyon ji rojeva wî kêm nemîne.

Serokomarê Tirkiyeyê car din bal kişand ser xeta ewlehiya welatê xwe û got,

“Em ê têkoşîna xwe ya li dijî terorê bidomînin. Biryara me ya avakirina xeteke ewledar a bi kûrahiya 30 kîlometreyan a li ser sînorê me yê başûr maye. Hêvîdar im ku em xelekên vê kembera ewlehiyê bi paqijkirina dawîn a deverên ku rêxistina terorîst li Sûriyê lê hêlînên xwe çêkirine, di demek nêzîk de bikin yek.

Tirkiye, welatekî wisa ye ku ne tenê berdêla nebûna koordînasyona perçeyên dewletê, di heman demê de berdêla pêşbazî, şerê desthilatdariyê, nakokiyan û heta pevçûnan jî daye.”

Vê sibehê, êrîş çêbûbû

Tevi ku hegera operasyonên li dijî Rojava ji rojeva Tirkiyeyê kêm nabe, îro jî hat ragihandin ku Artêşa Tirkiyeyê hejmarek gundên Qamişlo, Dirbêsiyê û Amûdê topbaran kir. Li gorî agahiyên hatin parvekirin, êrîş li hember gundê Çetliyê li rojavayê Dirbêsiyê, gundên Cirnikê û Xanîka yên ser bi Amûdê ve û gundê Til Zîwan yê ser bi Qamişloyê çêbûye.

Siyaset Haberleri

Fethullah Huseynî: Divê mafê kurd wek neteweya duyem di destûra Sûriyeyê de bê çespandin
Bêrîvan Mihemed: Em ji bo diyalogê re vekirî ne, lê Şam xwe paş ve dikişîne
Çarenivîsa Durziyan li ser maseyê ye: Netanyahu ji bo Siwêdayê behsa korîdoreke kir
Fermandarekî Heşdî Şebiyê: Şer ber bi Îraqê ve tê
Fîdan: Li Sûriyeyê partiyên Kurd ên dostên me jî hene û wan alîkarî xwest