ji Çîyayê Kurmênc heta Cizîrê mirin her li pey wan bû!

Malbata Mihemed Reşîd Elî yê Efrînî nizanîbûn ku mirin ji Çîyayê Kurmênc heta Cizîrê li pey wan were.

Malbata Mihemed Reşîd Elî yê Efrînî  nizanîbûn ku mirin ji Çîyayê Kurmênc heta Cizîrê li pey wan were.
Endamên malbatê di dema êrîşa artêşa Tirk ya ser Efrînê de bûbû armanca bombebarana firokên F16 û bi giranî birîndar bûbûn. Sê endamên malbatê lingên xwe hinda kiribûn û seqet mabûn.

Ji dema birîndarbûna wan de, malbata Mihemed Reşîd wek gelek gazîyên Efrînî li derman û çareserîyê digerîyan.
Mixabin mirinê ew di rê de, dema ew bi mebesta peydakirina lingên çêkirî diçûn Hesekê, girtin û Mihemed Reşîd, hevjîna wî Medîne Ebdo, lawê wan Şêrvan û pismamê malbatê Mihemed Bîlal jîyana xwe hinda kirin.
Sala borî, piştî bombebarana malbatê, Nesîb Elî, birayê Mihemed hûrgilîyên bûyerê bi guhdarên me re parve kiribûn.
Herwiha Dr. Nûrî Qenber, serokê berê yê Heyva Sor ya Kurd li Efrînê dîdevanîya bombebaranê kiribû, dor trajedîya malbatê ji me re axifî ku rastî xemsarîya rêxistinên hawarçûn û alîkarîyê dihatin.
Hêjayî balkişandinê ye ku qazayê trafkê û malwêranîya ku hate serê malbatê, di nav Efrînîyên seranser cîhanê de xemgînîyeke kûr vedaye û di medya civakî de bi sedan mesajên sersaxî hatine weşandin.
 

Kurdîstan Haberleri

Pêşbirka 1emîn a Helbestan a Fêqiyê Teyran tê lidarxistin
Ji sirgûnê ber bi dikê ve: Çîroka Tara Mamedovayê
Li Kela Zerzewanê ahenga zanist û hunerî hat kirin
PWK SWÊDÊ PÊŞEWAZÎYA ÎSMAÎL  BEŞÎKÇÎ Û HEVALÊN WÎ KIR!
Festîvala Şanoyê ya Amedê: Ji çar aliyên Kurdistanê şanoger beşdar in