Ji bo rojnamevan Ayşegul Dogan 15 sal ceza hat xwestin

Ji bo rojnamevan Ayşegul Dogan 15 sal ceza hat xwestin

Bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” derbarê rojnamevan Ayşegul Dogan de doz hatibû vekirin û dozger ji 7 salan heta 15 salan ceza rê xwest. 

Danişîna pêncemîn a doza bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” derbarê rojnamevan Ayşegul Dogan de li Amedê hatibû vekirin li Dadgeha Cezayê Giran a 9’emîn a Amedê hat lidarxistin. Dogan bi îdiaya beşdarî xebatên KCD’ê bûye tê sûcdarkirin. Dogan beşdarî danişînê nebû û parêzerên wê Mehmet Emîn Aktar û Ahmet Ozmen beşdarî danişînê bûn. 

Dozger biryara xwe derbarê dozê de eşkere kir û xwest ji sûcê “endamtiya rêxistinê” ji 7 sal û nîvan heta 15 salan cezayê hepsê lê were birîn. 

DAXWAZA PARÊZERAN RED KIR 

Parêzerên Dogan parastina miwekîla xwe kirin û diyar kirin ku ew ê derbarê biryara dozger de paşê bi hûrgulî parastinê bikin û xwestin ji bo delîltiyê tapeyên telefonê yên di dosyeyêk din de ne bînin li dosyeya miwekîla wan were zêdekirin û lê bê guhdarkirin. 

 Şandeya dadgehê daxwaza parêzeran a derbarê tapeyên telefonê de red kir û ji bo amadekirina parastina parêzeran danişînê 7’ê çile kir. 

 

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê