Ji bo protestokirina êrîşa li Trabzonê, rêwîyên Hewlerê li Amedê bi gulan hatin pêşewazî kirin

Dezgehên sivîl yên Amedê, PAK jî di nav de, hinek partîyên sîyasî jî dawetî vê çalakîyê kiribûn


Balafira ji Hewlêrê ji bo Amedê difire, di saet 4ê sipêdê de ji Hewlêrê bi rê ket û di 5ê sipêdê de gihaşt Amedê. Roja 23.07.2019an , di saet 5ê sipêdê de, li Balafirgeha Diyarbekirê Jûra Tîcaret û Sanayîyê ya Diyarbekirê(DTSO), Jûra Esnaf û Senetkarên Dîyarbekirê, Borsaya Tîcaretê ya Dîyarbekirê û Beşa Dîyarbekirê ya Yekitîya Acentayên Geştyarîyê ya Tirkîyeyê, bi pankarta ‘’Hûn Bi Xêr Hatine Bajarê Xwe-Şehrînîze Hoşgeldiniz’’ pêşewazîya rêwîyên ku bi balafirê ji Hewlêrê dihatin kirin.Serokê DTSOyê Mehmet Kaya serokatîya heyeta dezgehên sivîl kir.

Dezgehên sivîl yên Amedê, PAK jî di nav de, hinek partîyên sîyasî jî dawetî vê çalakîyê kiribûn. Lê ji partîyên sîyasî bes nûnerên PAKê piştgirîya di vê çalakîya dezgehên sivîl de bibûn. Li ser navê PAKê endamên Komîteya Birevebir a Navendî ya PAKê Hanifi Turan û Mehmet Ali Yilmaz beşdarî vê çalakîya pêşewazîya rêwîyan bûn.

Heyeta nûnerên dezgehên sivîl û nûnerên PAKê, yek bi yek gul dan rêwîyên ji Hewlêrê dihatin û ji wan re gotin ‘’hûn bi xêr hatin’’. 


Gava ku rêwîyan gul werdigirtin , hinekan ji wan dipirsîn, ‘’ev gul ji bo çî ye?’’. Wê gavê jî heyetê ji rêwîyan re digotin ‘’Li Trabzona bajarê Tirkîyeyê grûbeke geştîyarên ku ji Başûrê Kurdistanê gava ku di nava bajêr de digerîyan, ji ber ku milpêçana(atki) ku navê 'Kurdistan' li ser nivîsandibû , tûşî êrîşa hinek nîjaperestên wî bajarî bûn. Em jî ji bo helwesta wan nîjadperestan protesto bikin û piştgirîya xuşk û birayên xwe yên Herêma Kurdistanê bikin em li vê derê bi gulan pêşewazîya we dikin’’.

Rêwîyên ku ji Hewlêrê dihatin kêfxweşî û spasîya xwe ji vê heyeta ku bi gulan pêşewazîya wan dikirin anîn ziman.


Çalakîya pêşewazîkirina rêwîyên ji Hewlêrê dihatin bi awayekî biserkeftî bi dawî hat.


 

Kurdîstan Haberleri

Yekem Komxebata Weşangerên Kurd li Diyarbekirê tê sazkirin
Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)