Ji bo operasyonê li çar gundan derketina derve qedexe kirin

.

Ji bo operasyona leşkerî li navçeyên Midyad û Kerboranê li çar gundan qedexeya derketina derve hat îlankirin. 

Li navçeyên Midyad û Kerboranê yên Mêrdînê, ji bo operasyoneke leşkerî li gundan qedexeya derketina derve hat îlankirin. Walîtiya Mêrdînê, derbarê operasyonê û qedexeyê de daxuyaniyek da û ragihand ku ji bo operasyonê li gundên Doluca ve Gelête yên Midyadê û li gundên  Rovêre û Gizrî yên Kerboranê qedexeyên derketina derve hatine îlankirin. Li gorî çavkaniyên herêmê duh ji saetên êvarê ve liv û tevgera leşkerî li herêmê heye lê derbarê şer û pevçûnan de agahî nehatin bidestxistin. 

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?