Ji bo hevkariya pêşmerge…

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Washingtonê Beyan Samî Ebdilrehman ku hefteya bûrî bi serdanekê li Kanadayê bû ji K24ê re got: “Me di hevdîtinekê de spasiya Kanadayê kir û me daxwaz jê kir, dest bi hevkariyên xwe yên bi hêzên Pêşmerge û Hikûmeta Herê

Nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Washingtonê Beyan Samî Ebdilrehman ku hefteya bûrî bi serdanekê li Kanadayê bû ji K24ê re got: “Me di hevdîtinekê de spasiya Kanadayê kir û me daxwaz jê kir, dest bi hevkariyên xwe yên bi hêzên Pêşmerge û Hikûmeta Herêma Kuridstanê re bike.”


Nûnera Hikûmeta Herêma Kuridstanê li Washingtonê amaje bi wê kir, daxwaz ji Kanadayê kir wek endameke NATOyê û Hevpeymaniya Navdewletî, rola xwe di bernameya çaksaziya hêzên Pêşmerge de berdewam be, ji bo yekxistin û pêşxistina hêza Pêşmerge.


Kanada yek ji wan welatan bû, bi destpêkirina şerê Pêşmerge êli dijî DAIŞê de hevkariya Pêşmerge kir, her çend e beşek mezin ji hevkariyan bi riya Bedayê re digihîştin destê Pêşemrge, lê niha wî welatî hevkariyên xwe rawestandiye.  
 
 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?