Ji bo bajarên Bakurê Kurdistanê hişyarîya cemed û aşûtê

Ji bo her şeş bajarên Bakurê Kurdistanê Erzingan, Îdir, Qers, Erdexan, Erzerom û Agirî hişyarîya cemed û aşûtê hat dayîn.

Navenda Nûçeyan - Di daxuyanîya sazîya keşûhewayê ya herêmê de hat dîyarkirin ku li Erzingan, Îdir, Qers, Erdexan, Erzerom û Agirî hewayê kêmewrayî û ewrsayî sayî dibe û bi şev jî dê cemed çêbibe.

Li herêmê germahîya hewayê dê bi qasî 4-5 pileyan li gor demsalê zêde be, ji alîyê başûr ve ba dê rabe.

Li herêmê bi şev germahîya hewayê ya herî kêm li Erzinganê di binê sifirê de 2 pile, li Agirîyê di binê sifirê de 13, li Qersê di binê sifirê de 9, li Erdexanê di binê sifirê da 7 pile, li Erzeromê di binê sifirê de 5 pile, li Îdirê jî di binê sifirê de pileyek hat pîvandin.

Tê pêşbînîkirin ku bi roj germahîya hewayê dê li Îdirê û Erzincanê 17, li Erdexanê 13, li Qersê 10, li Erzeromê 9 û li Agirîyê jî 6 pile be.

Stûrîya berfê li navendên xweşiqitandinê ya Erganê 82, li Palandokenê 78 û li Cibiltepeyê jî 70 santim hat pîvandin.

Rayedarên sazîya keşûhewaya herêmê ji bo cemed û aşûtê hişyarî dan welatîyan ku bila baldir bin û bê tevdîr nemînin.

Li Agirîyê mij û serma

Li Agirîyê ji ber mij û sermayê welatî zehmetîyê dikşînin.

Li bajar mija şev dest pê kir serê sibê bandora xwe zêde kir. Şofêran bi zehmetî otomobîlên xwe ajotin.

Bi taybetî li ser rêya Agirî û Îranê mij pir zêde bû û mesafeya dîtinê heta 5 metreyên kêm bû.

Rûdaw

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê