Ji bo 2 pirtûkên Weşanên Aryenê biryara komkirinê hate dayîn

.

Di sala 2022an de ji bo romanên “Gun Işirken” û “Umut ve Mavî” yên ji Weşanên Aryenê derçûne biryara qedexeyê hatiye dayin lê hat zanîn ku ev biryar ji weşanxaneyê re nehatiye şandin.

Li gorî agahiyan; çapên pirtûka Nîlûfer Şahîn a “Gun Işirken” û ya Firat Can a “Umut ve Mavî” qediya bûn û weşanxaneyê ji bo çapa nû serlêdana bandrolê kir. Lê belê ev serlêdan bi hinceta “Ji ber biryara darazê ya têkildarî pirtûka behsa xeberê, nikare serlêdana bandrolê were kirin” nehat qebûlkirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê weşanxaneyê mijar lêkolîn kiriye û derketiye holê ku 2emîn Dadgeriya Cezê û Aştiyê ya Eskîşehîrê di sala 2022an de ji bo pirtûka “Gun Işirken” û 2emîn Dadgeriya Cezê û Aştiyê ya Îzmîrê jî ji bo pirtûka “Umut ve Mavî” biryara qedexeyê û komkirinê daye.

Biryara derbarê her du pirtûkan de jî ji weşanxaneyê re nehatiye şandin.

Kurdîstan Haberleri

Ji sirgûnê ber bi dikê ve: Çîroka Tara Mamedovayê
Li Kela Zerzewanê ahenga zanist û hunerî hat kirin
PWK SWÊDÊ PÊŞEWAZÎYA ÎSMAÎL  BEŞÎKÇÎ Û HEVALÊN WÎ KIR!
Festîvala Şanoyê ya Amedê: Ji çar aliyên Kurdistanê şanoger beşdar in
Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir