Ji ber vîrusa koronayê aware û derbiderên Sûrî vedigerin war û malên xwe

Belavbûna vîrusa Koronayê li gelek cihan bû sedem ku derbiderên başûrê Idlibê û rojavayê Helebê ku jiber operasyona artêşa Sûrî û bordûmana firokeyên Rûsyayê ji mal û warên xwe revîyabûn, roj bi roj vegerin mal û warên xwe.

Navenda Nûçeyan - Li gor Tîma Bersivdana Destpêkê ya Sûrîyê 1,041,233 Kes ji ber operasyona artêşa Sûrî û bordûmana firokeyên Rûsya derbider bibûn, niha di dema dawî de18,474 malabatên derbider vegerîyane malên xwe, wate ligor heman çavkanîyê 103.459 derbider vegerîyane.

Ji wan jî 9,791 malbat vegerîyane başûrê Idlibê û 8.683 malbat vegerîyane rojavayê Helebê, herwiha tê gotin ku 6,021 Derbider ji kampên sînorî yên bakurê Idlibê vegerîyane, hevdem 7,346 Derbider ji kampên bêserûber li nav darên zeytûnan vegerîyane û 27384 derbider ji gund û bajarokên navçeya ewle ya bakurê Idlibê vegerîyane.

Di demê de ku 26,049 derbider ji bakurê Helebê vegerîyane rojavayê Helebê. Li gor Tîma Bersivdanê  tenê ji %6.41 ji tevahîya derbideran vegerîyane ser mal û warên xwe li Idlib û Helebê.

Li gor çalakvanên xwecihî, tê pêşbînîkirin di dema bê de, zêdetirî nîv milyon derbider ji navçeyên sînorî yên bakurê Sûrîyê vegerin cih û warên xwe, ew di demekê de ye ku ew debider vedigerin nav mal, gund û bajarokên wêran, ew yek rêxistinên hawarçûnê û yên mirovî erkdar dike, daku hemû pêdivîyan ji kesên vegerîyayî re peyda bikin, herwiha keresteyên avakirin û nûjenkirina xanîyên wêrankirî jiber şer û bordûmanê jî pêşkêşî xelkê vegerîyayî bikin.

Roja 6ê Adara derbasbûyî agirbesta Idlibê ket warê cîbicîkirinê, vê yekê hêdî hêdî rê li ber derbideran xweş kir, daku vegerin mal û warên xwe, bi gotina gelek kesên vegeryayî, mal, gund û bajarokên wan ên wêran baştirin ji çola vala û kampên bêserûber ên bê xizmetguzarî.

Rudaw

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist