Ji ber şerê PKK û Tirkiyê gundên Zaxoyê vala bûne

Ji ber şerê navbera PKK û Artêşa Tirkiyê, 98 gundên sînorê Zaxoyê hatine valakirin.

Ji ber şerê navbera PKK û Artêşa Tirkiyê, 98 gundên sînorê Zaxoyê hatine valakirin. 

Di nava 2 salan de 98 gundên sînorê Zaxoyê hatine valakirin ku 140 hezar donim erdê çandiniyê li wan gundan heye, hejmarek ji xelkê neçarin rojane di navbera gundên xwe û Zaxoyê de hatin û çûnê bikin û ti destkefteke wan namîne.

 

Li hin gundan jî tenê şivan mane û kes weke nîştecih li wan gundan nemaye.

 

 Li gundê Qesroka Zaxoyê jî zêdetir ji pêncsed serî pez tên xwedîkirin, lê ji bilî şivanan ti kes li gund nemaye.

 

Çar parlamenterên Kurdistanê derbarê rewşa xelkê wan gundên ku hatine valakirin, bi Qayimeqamê Zaxoyê re civiyan.

 

Qayimmeqamê Zaxoyê dibêje: “Çandin û xwedankirina ajelan ji nav çûye. Topbarana şerê di navbera Tirkiyê û PKKê de li ser gundên me bandoreke xirab li ser berhem û berûbomên cotyarên me kiriye. Em daxwazê ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê dikin, vî şerî rawestînin, eger na gundên mayî jî metirsiya valabûnê li ser wan heye.”

 

Li gor amarên Qayimeqamiya Zaxoyê, ji 187 gundên sînorê Zaxoyê, tenê li 89 gundan xelk dijî û yên din ji ber şerê navbera PKKê û artêşa Tirkiyê û topbaranan hatine valakirin.

 

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê