Ji 2 birayên li Dersimê winda bûn 5 rojin agahî nayê girtin

Ji 2 birayên hev Mehmet Bozkurt Aydemîr ê li Dersimê winda bûn, 5 rojin agahî nayê girtin.  

Du birayên hev Mehmet ê 41 salî û û Bozkûrt Aydemîr 48 salî yên di 13’yê Îlonê de, çûn Parka Netewî ya Geliyê Mûnzûr a Dersimê û nêzî gundê Venk winda bûn, 5 rojin agahî ji wan nayê girtin.

Du birayên hev Aydemîr ên di şîrketeke gaza xwezayî ya li Xarpetê de dixebitîn, berî demekê ji bo xebatê hatibûn Dersimê. 

Li aliyê din, li ser wesayîta du birayan “Ji bo rewşên awarte” reqema telefonê li ser nivîsandî, nişeyek hatibû hiştin.  

Xebatên lêgerîna her du birayan dewam dike. 

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?