James Jeffrey sardana Hewlêrê dike

Nûnerê Serokê Amerîka yê Taybet bo Karûbarên Sûriyê James Jeffrey piştî sardana xwe bo rojavayê Kurdistanê, sardana Hewlêrê dike.

Serokê Amerîka yê Taybet bo Karûbarên Sûriyê James Jeffrey sibe sardana Hewlêrê dike û bi Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re dicive.

Ji aliyekî din ve, Endamê Komîteya Pêwendiyan a ENKSê Îbrahîm Biro ji K24ê re ragihand, James Jeffrey îro bi serokatiya şandeke serbazî li rojavayê Kurdistanê bû û bi berpirsên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdî (PYNK) re civiyabû.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?