Îtalya û Îspanya Tedbîrên Dijî Vîrusa Korona Berfireh Dikin

Îtalya û Îspanya Tedbîrên Dijî Vîrusa Korona Berfireh Dikin

Hikûmeta Îspanya jiber zêdebûna pêketinên vîrusa korona li seranserê welêt qedexeya derketina derve ya bi şev ragihand.

Serokwezîrê Îspanya Pedro Sanchez da zanîn ku li welêt di navbera 23:00 û 06:00 de qedexeya derketina derve heye. Sachez da zanîn ku karbidestên herêmî dikarin rêwîtîya di navbera herêman de jî qedexe bikin.

Hikûmeta Îtalya jî jiber zêdebûna pêketinên vîrusa korona tedbîran berfireh dike.

Ji roja Duşemê pê ve, hewzên avjenîyê, sînema û salonên sporê yên li Îtalya dê girtî bin.

Serokwezîrê Îtalya Giuseppe Conte got ku ger ew hinekî li ber xwe bidin ewê di meha Berfanbarê de bêhn vedin. Conte dîyar kir ku ew jiber dijwarîyên aborî wek cara berê naxwazin karantîneke giştî ragihînin.

Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) ragihand ku roja Yekşemê li seranserê Ewrupa bi qasî 446 hezar pêketinên nû hatine tespît kirin.

 

Kurdîstan Haberleri

Ji sirgûnê ber bi dikê ve: Çîroka Tara Mamedovayê
Li Kela Zerzewanê ahenga zanist û hunerî hat kirin
PWK SWÊDÊ PÊŞEWAZÎYA ÎSMAÎL  BEŞÎKÇÎ Û HEVALÊN WÎ KIR!
Festîvala Şanoyê ya Amedê: Ji çar aliyên Kurdistanê şanoger beşdar in
Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir