Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê piştî nêzîkî 7 salan ji nişka ve dest ji kar kişand.
Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Geir Pedersen di civîneke Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de ragihand:
“Dixwazim ji Konseyê re bibêjim ku min Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî agahdar kiriye ku ez dixwazim piştî zêdetirî 6 sal û nîvan ji xizmeta wekî Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê, dest ji kar bikişînim.”
Geir Pedersen her wiha anî ziman:
“Sekreterê Giştî bi spasdarî daxwaza min qebûl kir.”
Geir Pedersen ji Kanûna Paşîn a 2019an ve Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê bû.
Ev biryar di demekê de hat ku dê hefteya bê 80emîn Civîna Konseya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî were lidarxistin.
Biryar e Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer beşdarî civînê bibe û gotarekê pêşkêş bike.
Şer dê bibe yekem Serokkomarê Sûriyeyê ku gotarê pêşkêş bike.
Pedersen berê Hevahengkarê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Libnanê bû û her wiha wekî Balyozê Norwecê yê Çînê û Neteweyên Yekbûyî xebitiye.
Pêşbînî dihat kirin ku erkê Pedersen a wekî Nûnerê Sûriyeyê Kanûna Pêşîn a 2026an bi dawî bibe.
Rûxîna desthilata Beşar Esed a di Kanûna Pêşîn a 2024an de zêdetir bal kişand ser rola Pedersen a li Sûriyeyê.
Ji wê demê ve, erkê Pedersen ew bû piştrast bibe ku biryarnameya hejmar 2254 a Neteweyên Yekbûyî tê bicihanîn ku daxwaza veguhastineke siyasî ya aştiyane ji dîktatoriyê ber bi demokrasiyê ve dike.