Îsraîlê li paytexta Yemenê da: 8 kuştî, 142 birîndar

.

Di encama êrişên balafirên Îsraîlê yên li çend herêmên Senaya paytexta Yemenê de 8 kes hatin kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Êrişên Îsraîlê di dema gotara heftane ya televîzyonî ya Rêberê Hûsiyan Ebdulmelîk Hûsî de pêk hatin.

Di wê demê de hêzeke mezin a Hûsiyan li nava bajarê Senayê belav bûbû.

Berdevkê Wezareta Tendirustiyê ya Hûsiyan Enîs Esbehî li ser hesabê xwe yê Xê ragihand:

"Hejmara şehîdan derket 8 kesan û ya birîndaran jî 142 kesan."

Enîs Esbehî her wiha da zanîn, dibe ku ev amar zêdetir bibe ji ber ku tîmên hawarçûnê di bin kavilan de li qurbaniyan digerin.

Hûsiyan jî doh bi dronekê êrişî bajarê Eilatê yê Îsraîlê kiribû.

Di wê êrişê de 19 kes birîndar bûbûn.

Siyaset Haberleri

Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist
Hestiyên 153 qurbaniyên Enfalê vedigerînin Herêma Kurdistanê
Termên 25 qurbaniyên Êzidiyan bo Şingalê tên vegerandin