Berpirsekî Îsraîlî ragihand ku di êrişên şeva borî yên li Sûriyeyê wan çek û kel û pelên leşkerî yên ku li Tirkiyeyê hatine çêkirin kiriye armanc.
Ajansa Nûçeyan a Sûriyeyê (SANA) ragihand ku êrişeke Îsraîlê derdora bajarê Himsê yê li rojavayê welêt kiriye hedef.
Medyaya Sûriyeyê şeva pişt re diyar kir ku li dedora Tedmûr û Laziqiyeyê jî êriş pêk hatine.
Bepirsê Îsraîlî ji Al-Arabiyayê re diyar kir ku armanca êrişan "mûşek û sîstemên parastina hewayî yên Tirkiyeyê" bûne ku di demên dawî de sewqî herêmê hatine kirin.
"Tirkiye hewl dide me aciz bike"
Heman çavkaniyê got, "Tirkiye hewl dide me tacîz bike û me bikişîne nav pevçûneke leşkerî ya ku em naxwazin."
Berpirsê Îsraîlê di berdewamiyê jî de got, "Tiştê ku birêvebiriya Şamê di dan û standinan de jê fêm neke, dê bi zorê fêhm bike."
Wî da zanîn ku ew derbarê mijarên ewlehiyê de bi serkirdatiya Sûriyeyê re di nav pêwendiyê de ne lê dema pêwîst bike ew dê ji bikaranîna hêzê dudilî nebin.
Çavkaniya Îsraîlî bal kişand ser lawaziya rewşa navxweyî ya Sûriyeyê û hişyarî da ku ev rewş ji bo têkdana ewlehiya Îsraîlê neyê bikaranîn.
Wî tekez kir ku ew li ser bêçekkirina başûrê Sûriyeyê rijd in û Tel Evîv bêyî ku li çavkanî û cihê wê binêre dê li her gefa li ser ewlehiya xwe bide.
Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê bi daxuyaniyekê êrişên Îsraîlê yên li ser Hims û Laziqiyeyê wekî "binpêkirina serweriya Sûriyeyê" şermezar kir.
Birêveberiya nû ya Sûriyeyê ji Kanûna Pêşîn a 2024an ve li ser kar e û artêşa Îsraîlê gelek caran derbasî nav axa Sûriyeyê bûye û hinek caran êrişên hewayî pêk anîne.
Artêşa Îsraîlê Çiyayê Hermonê yê Sûriyeyê jî kontrol kiriye.
Îsraîlê ji sala 1967an ve piraniya Girên Golanê kontrol kirine û piştî bûyerên ku bûn sedema rûxîna desthilata Beşar Esed kontrola xwe berfirehtir kiriye.