Îro şêstemîn salvegera şewata sînemaya Amûdê ye

.

60 sal bi ser şewitandina sînameya bajarokê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê re derbas dibe.

Beriya 60 salan di 13 Mijdara 1960 de 283 zarokên kurd ku çûbûn sînemaya Amûdê, di nav pêtên agir de canê xwe ji dest dan.

Heta niha sedema vê şewatê nehatiye eşkerekirin, lê belê hemû nîşan eşkere dikin ku ev komkujî pilankirî bû.

Ji bo piştgirya Şoreşa Cezayîrê fîlmeka xofê bi navê “Tawana Nîvê Şevê” pêşkêşî zarokên Amûdê hatibû kirin. Di salona sînemayê de, ku tenê têra 200 zarokî dikir, 500 zarokên kurd lê kom kiribûn.

Dema ku zarok li fîlm temaşe dikin, di sînemayê de şewat derdikeve. Lê ji ber k u hêzên rejîma Sûriyê di dema şewatê de deriyên sînemayê venakin, 283 zarokên kurd di nav pêtên agir de can didin.

Piştî bûyerê derbarê berpirsên sînemayê de ti helwesteke hiqûqî nehat nîşandan û bi fermaneka lezgîn, taziye û şîna ji bo qurbaniyan hat qedexekirin.

Heta şerê navxweyî yê sala 2011 jî rejîma Sûriyê bi ti awayî destûr neda ku ji bo bîranîna komkujiyê çalakî bên lidarxistin.

Komkujiya li Sînemaya Amûdê, di dema avakirina Komara Yekgirtina Erebî ya di navbera Sûriyê û Misrê de pêk hat.

Di vê demê de li dijî pêkhateyên din û kurdan neyartiyeke mezin dihat kirin.

Beriya şewitandina sînemayê bi qasî 3 mehan, 5 hezar kurd ji ber xebatên xwe yên polîtîk hatibûn girtin û ji ver vê yekê tê gotin ku komkujiya Amûdê bi armanca çavtirsandinê hatiye kirin.

Mihemedê Seîd Axayê Deqorî di vê bûyerê de xelaskerê gelek zarokan bû. Di şeva Şewata Sînemaya Amûdê, bi dehan zarokan derdixe û xilas dike. Di dawiyê de stûnek di ser de hat xwarê û canê xwe ji dest da.

 

Kurdîstan Haberleri

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê: Potansiyela Amedê 2-3 qatan ji ya Gabarê zêdetir e
Şeva helbestê ya helbestvan Hefîz Ebdulrehman li Düsseldorfê
Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin