Îro roja Ala Kurdistanê

.

Roja Bilindkirina Ala Kurdistanê li ser avahiya Şaredariya Mehabadê di 17ê Kanûna sala 1945an wek xaleke girîng di dîroka siyasî ya Kurdî tê hejmaretin, ku 73 sal berî niha bo yekem car Ala Kurdistanê bi fermî li ser avahiyeke hikûmetê hatê hildan.

Her çend  Komara Kurdistanê piştî 11 mehan hat rûxandin, lê Ala Kurdistanê di dirêjahiya xebata netewî ji aliyê xebatkaran ve li çiyayên Kurdistanê dihat bilindkirin.

Piştî derbasbûna 59 salan bi ser bilindkirina Ala Kurdistanê, Parlemantoya Kurdistanê roja 19ê Hezîrana 2004an bi biryara 48 û bi piraniya dengan roja 17ê Kanûnê wek Roja Ala Kurdistanê diyar kir. Herwiha ew roj wek Roja Dayikê jî li Kurdistanê hat diyarkirin.

Salane di 17ê Kanûnê de, rêwresmên taybet ên rêzgirtina li Ala Kurdistanê birêve diçin û cihên giştî, fermî û dibistan bi Ala Kurdistanê tên xemilandin.

Ala Kurdistanê wek sembola yekperçeyîya axa Kurdistanê û nasnameya netewî ya gelê Kurdistanê ye, cara yekem di 17ê Kanûna 1945an li bajarê Mehabadê ji aliyê Pêşmerge ve hat hildan û piştî hildanê jî bû destpêkek ji dayikbûn û damezrandina Komara Kurdistanê li Mehabadê.

Kurdîstan Haberleri

Yekem Komxebata Weşangerên Kurd li Diyarbekirê tê sazkirin
Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)