Îro kabîneya nehem yekem civîna xwe pêk tîne!

Îro Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê yekem civîna xwe bi serperiştiya Mesrûr Barzanî girê dide.

Îro Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê yekem civîna xwe bi serperiştiya Mesrûr Barzanî girê dide.
Li gor zanyariyên K24ê, biryare îro Encûmena Wezîrên Herêma Kurdistanê bi serperiştiya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokê Hikûmetê wezîrên kabîneya nû ve yekem civîna xwe li darbixe.


Her li gor K24ê, di civînê hêlên giştî yên karnemaya ku Mesrûr Barzanî piştî sondxwarina li pêş Parlamentoya Kurdistanê pêşkêş kiribû, tê gotûbêjkirin.


Herwiha derfet ji wezîran re tê dayîn, ta ku plana stratejîk a wezareta xwe ji 4 salên bê re amade bikin.


Ji bilî wê jî, di civînê behsa rewşa Herêma Kurdistanê û Iraqê bi giştî tê kirin û pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û pirsgirêkên mane û pirsgirêkên navxwe yên Herêma Kurdistanê tên gotûbêjkirin.

Kurdîstan Haberleri

Fîlma Kurdî-Japonî ‘Hemû Diaxivin’ li Festîvala Tokyoyê hat nîşandan
Kemal Tolan: Spas ji bo nêrîn û şîrovên van mamosteyan !
Lara Dizeyî bi koleksiyona xwe Kurdan dide nasîn: Keleha Hewlêrê û Alaya Kurdistanê
Mustafa Ozçelîk: 500 Hejmarên Rojnameya Agirî, Berhema Ked û Niştimanperweriyê ye
Çorê Arda: Rexneya Kurdî hîn kamil nebûye