Îro Cejna Zimanê Kurdî ye

Kovara Hawarê ji alîyê Celadet Elî Bedîrxan ve 15ê Gulana 1932yan dest bi weşanê kir. Hawar yekem kovara bi kurdî ye û roja derçûna yekem hejmara wê, weke Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.

Navenda Nûçeyan - Celadet Elî Bedîrxan ku li jibilî amadekirina rêzimana kurdî gelek ked û xebat ji bo pêşdebirina zimanê kurdî daye, 15ê Gulana 1932yan li Şam a paytexta Sûrîyê yekem hejmara Kovara Hawarê çap kir û vê yekem kovara kurdî heta sala 1943an weşana xwe berdewam kir. Bi giştî 57 hejmarên Hawarê hatin belavkirin.

23 hejmarên ewilî yên Hawarê bi alfabeyên latînî û Erebî hatin weşandin û ji hejmara 24an û pê de Hawar tenê bi tîpên latînî hat belavkirin.

Di kovara Hawarê de bi sê dîyalektên kurdî (Kurmancî, Soranî, Kirmanckî) nivîsan tê de cih digirt.

Hejmareke zêde ya rewşenbîrên kurd ên navdar di Hawarê de bîr û boçûnên xwe belav dikirin. Nivîskar û helbestvanên ku di Hawarê de nivîsên wan dihatin belav kirin ev in: Celdet Elî Bedirxan, Rewşan Bedirxan, Dr. Kamuran Elî Bedirxan, Osman Sebrî, Qedrîcan, Cegerxwîn, Mustefa E. Botî, Qedrî Cemal Paşa, Dr. Nuredîn Zaza, Lawê Fendî, Ehmed Namî, Hesen Hişyar, Bişarê Segman, Nêravan, Reşît Kurd…

Di sala 2006an de roja belavbûna yekem hejmara Hawarê weke roja Cejna Zimanê Kurdî hat pejirandin û bi vê mebestê, 15-22 Gulanê wek Hefteya Cejna Zimanê Kurdî tê pîroz kirin û li seranserê Kurdistanê çalakîyên cur bi cur tên lidarxistin.

Siyaset Haberleri

Netanyahu: Em li Sûriyeyê rê nadin hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê
Mesrûr Barzanî: Vekişandina Patriotan Herêma Kurdistanê dixe bin metirsiyê
Mesrûr Barzanî: Me ti gef li cîranên xwe nekiriye, ji Îranê bipirsin bê çima êrîş dikin
Dadgeha Federalî ya Iraqê pênc giliyên li dijî Herêma Kurdistanê red kirin
Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin