Îro 32.mîn salvegera kîmyabarana bajarê Serdeştê ye!

32 sal berî naha 28.06.1987ê hikûmeta Beis a Iraqê bajarê Serdeştê yê rojhilatê Kurdistanê bombebaran kir û 110 kes şehîd bûn û zêdetirî 800 kesan jî birîndar bûn.

 
32 sal berî naha 28.06.1987ê hikûmeta Beis a Iraqê bajarê Serdeştê yê rojhilatê Kurdistanê bombebaran kir û 110 kes şehîd bûn û zêdetirî 800 kesan jî birîndar bûn.

Ew bombebarana kîmyayî salek berî bi dawî hatina şerê Îran û Iraqê pêkhat û demjimêr 04:14ê de bi gaza kîmyayî li çar cîhên sivîlan ên li bajarê Serdeştê û du xalên din ên derdora bajarê Serdeştê hatin bombebaran kirin. Di bombebaranê de 110 kes şehîd bûn, 800 kes jî birîndar bûn û herçend 31 sal ser bûyerê re derbas jî bûye lê heta îro jî bandorên derûnî yên bûyerê li ser hemwelatiyên Serdeştê hene.

Piştî kîmyabarana Serdeştê Komeleya piştevaniya mexdûrên kîmyabarana Serdeştê hate ava kirin jî û ji aliyê yasayî ve gelek hewl dan ku qerebûya mexdûran bike, lê di asta navnetewî û di asta Iraq û dema dadgeh kirina Berpirsên Beis (Seddam Husên û hwd) kîmyabarana Serdeştê neketiye ber behsê û gotûbêjê.

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!