Iraq pêşniyara avakirina kompaniyeke petrolê li Herêma Kurdistanê dike

Iraq pêşniyara avakirina kompaniyeke petrolê li Herêma Kurdistanê dike

Hikûmeta Iraqê pêşniyara avakirina kompaniyeke petrolê li Herêma Kurdistanê dike.

Wezîrê Petrolê yê Iraqê Îhsan Ebdulcebar eşkere kir; hikûmeta Mistefa Kazimî pêşniyara dirustkirina kompanyeke petrolê, bo deranîn û şandina petrolê li Herêma Kurdistanê kiriye.

Îhsan Ebdulcebar tekez kir; ji bo gihiştina bi çareseriyeke destûrî û nehiştina nakokiyan, nêzîkbûnek di nerîn û boçûnên şandên danûstandkar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê de heye.

Ebdulcebar got ku ji hevûdu têgehiştinek baş di navbeyna Hewlêr û Bexdayê de, derbarê deranîn û şandina petrolê de heye.

K24

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?