Iraq- Hikûmetê budceya 2021ê pesend kir  

.

Projeyasaya budceya 2021ê ya Iraqê ji aliyê kabîneya Mistefa Kazimî ve hat pesendkirin û biryar e projeyasa ji bo pesendkirinê bo Parlamentoya Iraqê were şandin.

Piştî civîna îro ya Encûmena Wezîran a Iraqê û pesenkirina budceyê, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di civîneke çapemeniyê de axivî.

Li gor projeyasaya budceya sala 2021ê, %40ê budceya sê serokatiyê (serokomarî, serokwezîrî û serokatiya parlamentoyê) di budceyê de tê birîn û mûçeyên parlamenter û wezîran jî bi rêjeya %30 dê werin qutkirin.

Herwiha kesên ku zêdetirî 750 hezar dînar mûçe werdigrin, dê bacê bidin.

Herwiha Kazimî eşkere kir ku di budceyê de li ser mûçeyên rayedarên payebilind guhertin dê werin kirin, lê di mûçeyên karmendan de ku piraniya gelê Iraqê pêk tînin, guhertin nayê kirin.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ragihand ku hikûmeta Tirkiyê amadebûna xwe nîşan daye ku bi 5 milyar dolar piştevaniya Iraqê bike.

Mistefa Kazimî herwiha diyar kir; mûşekên ku arasteyî Devera Kesk hatine kirin, bi ser welatiyên Iraqê de bariyan û birîndar kirin. Herwiha eşkere kir ku ew ti car destdirêjiya li nûnerên dîplomasiyê qebûl nakin.

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?