Îran: “Bi DYA re di rêyekê dinê de danûsitendinên me dewam dikin”

.

Piştî civîna kabîna Îranê berdevka hukumeta Îranê Fatma Muhaciranî ragihand ku bi awayeka dinê di navbera DYA û Îranê de danûsitendin dewam dikin. Berdevk Muhacirani li Tehranê piştî civînê daxwuyanî da çapemeniyê. Muhacirani li ser pirsa îhtîmala destpêkirina muzakereyan ya bi DYA re got:

“Bi DYA re, di rêyeka dinê de bi awayekî danûsitendinên me dewam dikin.”

Muhaciranî ragihand ku di civîna kabîna îro de ji ber krîzê li hinek deveran ji bo birîna elektrîkê çareser bikin agahiyan da û got:

“Di civîna îro de li ser serfkirina elektrîkê raporekî hat pêşkêşkirin û di bin sîwana wezareta karên navxwe de grûbekî xebatê hat avakirin. Heya 22yê Êlûnê em plan dikin ku bi santrala bi enerjiya rojê dixebite ya bi hêza 2 hezar û 200 megavatî dest bi xebatê bike.”

Siyaset Haberleri

CENTCOM: Ji bilî şerê dijî Îranê tu vebijarkek nîne
Netanyahû plana Trump red kir: Kushner diçe Xeze û Misrê
Lavrov gef li Yekîtiya Ewropayê xwar: Hedefan em ê diyar bikin
Hêzên Îranê li kolberê Kurd bi guleyên rasterast kuşt
Rêyên alternatîf ên Tengava Hurmizê: Îraq berê xwe diguherîne