Îran, Başûrê Kurdistanê topbaran dike!

Pasdarên Îranê dîsa dest bi topbarana gund û deverên sînorî yên Başûrê Kurdistanê kirin.

Pasdarên Îranê dîsa dest bi topbarana gund û deverên sînorî yên Başûrê Kurdistanê kirin.
Pasdarên Îranê, bi behaneya hebûna pêşmergeyên Rojhilatî dîsa dest bi topbarana gund û deverên sînorî yên Başûrê Kurdistanê bi taybet devera Hacî Omeran û çiyayê Helgord kirin.
Li gorî agahiyan, topbaran heta niha jî didome û ziyanek mezin gihandiye zevî û rezên xelkê.
Duhî jî pasdarên Îranê devera Sîdekan dabûn ber topan, di encamê de keçeka 18 salî bi navê Zeytûn Qadir hatibû kuştin û du birayên wê jî birîndar bibûn.
Ev hêrs û kerba pasdaran ji ber wê ye ku çend roj berê di êrişên çekdarî de li Pîranşar û Ciwanro, herî kêm 5 pasdar hatibûn kuştin.


 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?