Îlham Ehmed: Rûsya di rola “gerentoriyê” de têk çû

Îlham Ehmed: Rûsya di rola “gerentoriyê” de têk çû

Seroka Meclisa Rêveber a MSDê Îlham Ehmed radigihîne, "Rûsya rola xwe wek garantor nîşan dan, lê di vê rolê de têk çû."

Bi dirûşma "Ber bi kongreya nîştimanî ya şêniyên Cizîr û Firatê ve" panela 8`emîn a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) li Qamişlo hat lidarxistin. Di panelê de 130 kesên ji nûnerên êl, partî, hêzên siyasî, ENKS, nûnerên Rêveberiya Xweser, rewşenbîr, hiqûqnas û kesayetên serbixwe beşdarî panelê bûn.

Seroka Meclisa Rêveber a MSDê Îlham Ehmed di panelê de axivî û ragihand, "Pêvajoya siyasî û rewşa ku Sûriye tê re derbas dibe pir aloz e. Aloziya Sûriyê di navbera hêzên derve de tê behskirin û wiha got: "Me dît ku civînên Cenêv û Astanayê neçûn serî, ji ber ku biryara Sûriyê di wan civînan de tune bû."

Herwiha Îlham Ehmed got: “Hikûmeta Sûriyê li şûna ku serî li çareseriya aloziya Sûriyeyê bide, ewlehî û aramiya herêmê têk dide û di navbera Kurd û Ereban de şer derdixe.”

Di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Rêjîm hemû hewldanên ku em pêşkêş dikin ji bo bigihin têgihîştinan û çareseriya siyasî li Sûriyê hidiweşîne."

Îlham Ehmed tekez kir ku hevdîtinên wan bi hikumeta Sûriyê re bi ser neketin û wiha got: "Rûsya rola xwe wek garantor nîşan da, lê di vê rolê de têk çû."

Herwiha wiha got: "Bi destpêkirina diyaloga Kurdî-Kurdî re gotegot belav bûn ku ev diyalog xizmeta projeya cudaxwaziyê dike û Kurd bûne xwediyê hemû dewlemendiyên herêmê û Ereban jê bêpar kirine."

Berî niha, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov gotibû; dibe ku çalakiyên Amerîkayê di pirsa Kurdî de rê li ber teqîneke cidî veke û diyar kiribû: “Rayedarên Amerîkayê hewl didin xweseriyeke Kurd a nîvdewlet damezrînin.”

Îlham Ehmed diyar kir jî, girîngiya diyaloga Kurdî - Kurdî di yekrêziya rêzên Sûriyê de ye û hemû gotegotên hatine avêtin ku dê herêmê veguhere devereke cuda mîna ezmûna Herêma Kurdistanê ne rast in.

 

Kurdîstan Haberleri

Serokkomarê rejîma Îranê Îbrahîm Reîsî canê xwe ji dest da
Yekem Komxebata Weşangerên Kurd li Diyarbekirê tê sazkirin
Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir