Hunermendekî Kurd 10 sal in li nav çiyayan bi tena serê xwe dijî

.

Li quntara çiyayekî li derdora Silêmaniyê, xwe spartiye cih û warê bav û bapîrên xwe.

Şemal Qadir li quntara çiyayekî, xwe spartiye cih û warê bav û bapîrên xweŞemal Qadir li quntara çiyayekî, xwe spartiye cih û warê bav û bapîrên xweŞemal Qadir 


Hunermendek zêdetirî 10 sal e li devereke çiyayî bi tena serê xwe dijî, li quntara çiyayekî li derdora Silêmaniyê, xwe spartiye cih û warê bav û bapîrên xwe û peyama wî ya aştî û pêkvejiyanê heye û dixwaze bigihîne encamê û piştre bi temamî xwe ji mirovan dûr bixe.

Şemal Qadir diyar dike ku bûye 10 sal dest ji dinyaya civakî berdaye û li nav sirûşt û şikeftan ji xwe re jiyanek pêk aniye.

Qadir destnîşan dike; cihê ku niha lê dimîne, "mala bêzarî û şermezariyê" ye û dibêje: “Min loma ev der hilbijart, çimkî ez xwe weke bêzar û şermezar dibînim.”

Şemal Qadir dema diçe cihekî, hewl dide çavkaniyên wê derê vejîne û ji paşmahiyên wê derê hunerên nû çêbike.

Şemal Qadir ku ji beşa huneran mezûn bûye, naxwaze careke din vegere nav xirecira jiyanê û dibêje ku wî biryar daye, xwe bi yekcarî di nav cîhana sirûştê de winda bike.

Silêmanî (K24)

Kurdîstan Haberleri

Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin 
Derhênera Kurd bi belgefîlma Jinwarê li Cannesê bala cîhanê kişand
Tu bi kû derê de diçî, Leyla?
Pirtûka nivîskarekî Kurd li Fînlandê bû pirtûka salê