Hunermenda kurd Canê hat berdan

Hunermenda kurd Canê, ku havîna 2018 hatibû girtin, hat berdan.

Parêzera hunermenda kurd Canê, Newroz Akalan ji ajansa Almanî ya dpa re gotiye, Canê ku roja 23 Hezîrana 2018 bi tohmeta ku piropagandeya “terorê” kiriye, hatibû girtin, duhî hat berdan.

Canê, ku welatiya Almanya ye, li bajarê Edrîne yê Tirkiyê û di dema xebatên hilbijartinên serokomariya Tirkiyê de hatibû girtin û bi tohmeta alîgirtiya PKKê, bi 6 sal û 3 meh zîndan hatibû mehkûmkirin. Canê paşê bo girtîgeha navçeya Bakirkoy ya Stenbolê hatibû veguhestin.

Canê bi şert hatiye berdan, ji ber ku hîn dadgeha wê xilas nebûye ji ber wê jî derketina derveyî Tirkiyê jê re hatiye qedexekirin.

Bi gotina parêzera wê, roja 20 Cotmeha îsal li Edrîne dadgeha wê heye.

 

Kurdîstan Haberleri

Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyeyê: Potansiyela Amedê 2-3 qatan ji ya Gabarê zêdetir e
Şeva helbestê ya helbestvan Hefîz Ebdulrehman li Düsseldorfê
Rapora li ser çalakiya hunerî li ser ritma tembûra Kurdî 
Petrol daket bin 77 dolaran
PWK: Em heqareta ku Rahmî  Koç li jinên kurd kirîye şermezar dikin