Hunermenda cîhanî Zara Paşa yekem albuma xwe ya bi Kurdî derxist

.

Hunermenda Kurd a Rûsî Zara Paşa Mihoyî, yekem albuma xwe ya bi Kurdî derxist.

Albuma nû ya Zara bi navê “Klama Dilê Min” ji 10 stranan pêk tê: Keça Kurd in, Emanê, Dayê, Ez Kevok im, Ez Berf im, Welatê Min (ligel Şivan Perwer), Lê Lê Rihê, Gira Sîra (ligel Tara Mamedova) Keynê û Newroz.

Zara bi zêdetirî 10 zimanan stranan dibêje û li çaraliyê cîhanê xwedî cemawereke mezin e, ew li ser dikê û di konserên navdewletî de nijada xwe ji bîr nake û bi serbilindî dibêje ez Kurd im.

Zara ji ber karên xwe yên xêrxwazî ​​û mirovî di Berçileya 2016an de ji aliyê UNESCOyê ve wek Balyoza Aştiyê hat binavkirin.

Herwiha ji ber karê xwe yê hunerî ve jî di marasîmekê de li Koşka Kremlinê ji aliyê Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ve nasnav û xelata Hunermenda Dilsoz a Rûsyaya Federalî pê hat bexşandin.

K24

Kurdîstan Haberleri

Soprano Pervîn Chakarê li Amedê konserek da
Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!