Hunermend Rewşan albûma xwe ya nû bi navê Tov belav dike

Hunermenda Kurd Rewşan, duyem albûma xwe ya bi navê Tov belav dike.

Navenda Nûçeyan- Rewşan, bi şîroveya xwe ya taybet û bi albûma xwe ya yekemîn 'Ax Lê Wesê' bala guhdaran kişandibû, niha jî bi albûma xwe ya duyemîn TOV, koleksîyoneke cûda diafirîne.

Di vê albûma nû de cih bi rewşenbîr û hunermendên kurd ên navdar ên weke, Kamuran Elî Bedirxan, Fêrikê Ûsiv û Aram Tigran û herwiha bestekarên weke Ahmet Kaya û Mirady tê de cih digirin û bi vê yekê jî awazeke nû ya Progresîf Folk hatîye avakirin.

Derhênerîya muzîk û aranjeyên albûmê ji alîyê Hakan Gurbuz ve hatîye çêkirin. Gurbuz li ser albûmê û armanca wê dibêje, “Dema li dinyayê festîvalên mûzîkê çêdibin, stranbêjekê dibe ku we mest bike; ne hewce ye hûn ji zimanê wê/wî fêhm bikin... Gerdûnîya mûzikê jî qey ne ev e? Em jî weke mûjîkjenên ku xwedî hezaran cure melodî ji axa wî şîn dibin, divê bikaribin di van festîval û qadên navnetewî de bi mûzika xwe ve beşdar bibin.”

Ew albûm, bi amûrên kevneşopî û modern ve hatîye sazkirin, cureya albûmê Progresif Folk e (muzîka gel ku ji bo pêşveçûnê guncav e) û ew di kategorîya 'Muzika Dinyayê' tê hesibandin.

Di albûma Tov de 10 stranên Kurmancî cih digirin. Yek ji taybetmendîya vê albûmê ew e ku, Rewşan cara yekemîn stranên xwe jî parve dike. Herwiha ev albûm, roja Înîyê, 10ê Çileya 2020, li ser hemû platformên dîjîtal û marketên muzîkê cihê xwe digire. Konsera yekemîn a danasîna Tovê, dê 29ê vê mehê li Moda Sahne ya Stenbolê bê kirin.

Hunermend Rewşan li navçeya Tetwan a Bedlîsa Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye. Beşa Şêwirmendîya Derûnî ya Zanîngeha Enqerê temam kirîye. Mastera xwe jî di warê Lîstîkvanîyê de li Zanîngeha Bahçeşehîrê pêk anî.

 

 

Kurdîstan Haberleri

Rola mamosteyan di civakê de û bi taybetî civaka Îran û Rojhilatê Kurdistanê
Fîlma Kurdî-Japonî ‘Hemû Diaxivin’ li Festîvala Tokyoyê hat nîşandan
Kemal Tolan: Spas ji bo nêrîn û şîrovên van mamosteyan !
Lara Dizeyî bi koleksiyona xwe Kurdan dide nasîn: Keleha Hewlêrê û Alaya Kurdistanê
Mustafa Ozçelîk: 500 Hejmarên Rojnameya Agirî, Berhema Ked û Niştimanperweriyê ye