HSDyê mizgînîya Newrozê da

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD): Mizgînîya me bo gelê me, Desthilatîya DAIŞê li tevahîya xaka me bi dawî bû. Vê serkeftina me ya mezin, li tevahîya mirovahîyê pîroz be!

Fermandarîya Giştî ya HSDê ragihand ku li Baxozê DAIŞ bi temamî qedîyaye û got: 'Ev serkeftina me ya mezin li tevahîya mirovahîyê pîroz be'

HSDê ragihand operasyona li gundê Baxozê ya bi navê 'Şerê Bidawîkirina Terorê' bi dawî bûye.

Herwiha hat gotin, li gundê Baxozê, xebatên bo lêgerîn û pişkinînan destpê bûne û operasyonên li dijî DAIŞîyên ku xwe li tûnelan veşartî ne jî berdewam in. 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?