HSDyê li ser şerê li Reqayê daxuyanî da

.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) sibeha îro ragihand ku hêzên wan li rojhilatê Reqayê hinek operasyonan dikin.

Medyaya fermî ya Sûriyeyê îro ragihand ku li rojhilatê Reqayê di navbera HSD û hêzên Şamê de pevçûnên dijwar derketine.

“Ew çeper di êrişên xwe yên terorîstî de bi kar anîne”

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) diyar kir ku ew li hemberî hinek çeperên ku DAIŞê ji bo êrişên bi dronan li biyabana Xanim el-Eliyê ya li rojhilatê Reqayê bi kar dianîn operasyonan dikin û got:

"Ev herêm hefteyek e ji aliyê komên girêdayî hikûmeta Şamê ve rastî zincîreyek êrişan tê.

 Ev yek bi çalakiya endamên rêxistinê re hevdem e ku wan bi awayekî şênber ew çeper di êrişên xwe yên terorîstî de bi kar anîne."

HSDyê her wiha da zanîn ku ji bo têkbirina çavkaniyên êrişên li dijî çeperên wan operasyonên li qadê berdewam dikin.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) berî niha jî ragihandibû ku wan li gundewarê Reqayê 2 dronên DAIŞê xistine xwarê û daneyên ji dronekê derketine nîşan didin ku çekdarên biyanî yên DAIŞê ew dron ji çeperên artêşa Sûriyeyê bi kar anîne.

Siyaset Haberleri

Ebas Eraqçî: Em rê nadin ku Amerîka Tengava Hurmizê xirab bi kar bîne
Trump: An em dê bi Îranê re li hev bikin an jî em dê wan parçe parçe bikin
Li Efrînê ji bo parastina şûnwarên dîrokî kampanyaya paqijiyê hat destpêkirin
Îran: Me li baregehên Amerîkayê yên li Hewlêr û Urdinê li xist
Deriyekî sînorî yê di navbera Iraq û Îranê de hat bombekirin