HSDyê di şahîya serkeftinê da sipasîya Pêşmergê kir

Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) bi boneya serkeftina li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê li bajarê Kobanê ya li Rojavayê Kurdistanê şahîyek li dar xist.

Di şahîya serkeftina li dijî DAIŞê da, kesayetên leşkerî, sivîl û sîyasî amade bûn.

Di axaftinê xwe da, Fermandarê HSDyê Mazlûm Kobanê, bi boneya alîkarîya têkoşîna li dijî DAIŞê di dema xilaskirina Kobanê da, sipasîya hêzên Pêşmerge kir û got "Pêşmerge jî hatin û tevlî şerê Kobanê bûn. Em ji wan re jî sipas dikin."

Di berdewamîya axaftina xwe da, Mezlûm Kobanê wisa pê de çû: "Li sûrîyê DAIŞ qedîya û divê çareserî pêş bikeve. Li ser esasê yekîtîya Sûrîyê, liser esasê çareserkirina pirsgirêka kurd, li ser esasê naskirina rêvebirîya me ya xweser û QSDyê, em hazir in bi rejîma navendî ra, dest bi muzakereyan bikin."

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?