HSDê li Dêrazorê 7 çekdarên DAIŞê girtin

Li parêzgeha Dêrazor ya Sûriyê, 7 çekdarên DAIŞê ji aliyê HSDê ve hatin girtin.

Asayişa Dêrazorê, ku girêdayî HSDê ye, ragihandiye, wan karîne 7 çekdarên DAIŞê li gundê Şehîl yê Dêrazorê bigirin ku dixwastin êrişên terorîstî bikin.

Li gorî agahiyên asayişê, dema ew çekdarên DAIŞê hatin girtin gelek cebilxane û teqemeniyên ku di çêkirina bomb û mînan de tên bikaranîn, bi wan re hat zeftkirin.

 

Kurdîstan Haberleri

AŞİRET NEDİR?
Bi beşdariya 400 weşanxaneyan Pêşangeha Navdewletî ya Pirtûkan a Hewlêrê vedibe
Nûsxeyeke 257 salî ya Mem û Zînê li Wanê ji nû ve hat çapkirin
Li Rihaya Bajarê Muzîkê yê UNESCOyê dengê Şakiro û awazên cîhanê bûn yek
HISÎÇA - Li bajêr çi qewimî û niha rewş çawa ye?